Hejmara Şaredariyên DEM Partiyê gihişt 78’an

Li dijî nelîretiyên desthilatê, îtîrazên DEM Partî dewam dikin û li hin deveran ev yek encam digre.
Hat ragihandin ku sê şaredariyên din li şaredariyên DEM Partiyê qezenckirî zêde bûn û hejmar derket 78’an.
Li Bedlîsê jî ku destilata AKP-MHP’ê bi dengê leşker û polîsan şarederî desteser kiriye DEM Partiye xwest biçe Lijneya Hilbijartinê ya Bajar û îtîrazê bike.
Lê polîsên faşîst êrişî girseya ku xwest têkeve avahiyê lijneyê kir.

Li dijî nelîretiyên desthilatê, îtîrazên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî dewam dikin:

Di hilbijaratina 31’ê adarê de sedan polîs û leşkerên hatine veguhestin deng bi kar anîn.

Lewra DEM Partî ji bo xwedîderketina vîna xwe têkoşîna pêwîst dimeşîne û li hin deveran ev yek encam digre.

Hat ragihandin sê şaredariyên din li şaredariyên DEM Partiyê qezenckirî zêde bûn û hejmar derket 78’an.

Li gorî encamên nefermî;

DEM Partiyê şaredariya bajarokê Gundikê Melê ya girêdayî navenda Şirnexê; Şaredariya Elmakaya ya Kop a Mûşê û Şaredariya Weysel Qeranî ya Hawêl a Sêrtê bi dest xist.

Bi vê yekê re DEM Partiyê 3 şaredariyên bajarên mezin, 7 ên bajaran, 58 navçeyan û 10 bajarokan bi dest xist.

Li Bedlîsê îtîraza li dijî bêusiliyan hat astengkirin

Yek ji deverên ku desthilata AKP-MHP bi dengên hilbijêrên veguhestî û hîleyan desteser kir bajar ê Bedlîsêye.

Li wir AKP 8 hezar û 900, DEM Partî jî 8 hezar û 702 deng stendin.

Di hilbijartinê de tevî dengên veguhestî ferq bû 188. 2 hezar û 18 dengên ku dikarin encama hilbijartinê biguherînin jî hatin betalkirin.

Li ser vê yekê DEM Partî îro xwest biçe Lijneya Hilbijartinê ya Bajar û îtîrazê bike.

Avahiyê lijneyê û partiyê ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkirin.

Polîs bi xaza îsotê û ava şid êrişî girseya ku dixwaze têkeve avahiyê lijneyê kir.

“Piraniya dengên hatine betalkirin yên me ne”

Parlamenterê DEM Partiyê Huseyîn Olan bertek nîşanî êrişê da û destnîşan kir ku tu hêz nikarin pêşî li stendina îradeya xwe bigirin

Huseyîn Olan got:

Em li Bedlîsê bi ser ketine û ev rewşa derketiye holê jî vê yekê piştrast dike.

Em ê hemû rêyên demokratîk û qanûnî bi kar bînin. Piraniya dengên hatine betalkirin ên me ne.

Namzetên bi ser ketin: me tişta eydê xwe stand

Back to top button