AKP-MHP ku ji têkçûna xwe şerm nekir dîsa hewl dide şarederiyan dagir bike

Piştî hilbijartinê, tenê bi 48 saetan desthilata AKP-MHP ya ji têkçûna xwe şerm nekir, dîsa bi rêya qeyûman dixwaze şarederiyên gel bigre.
DEM-Partiyê ragihand ku mafê hilbijartinê yê Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan hate standin.
DEM Partî biryar, weke tune-hesibandina îradeya gel destnîşan kir û hişyarî da kesên ku hewl didin îradeya gel desteser bikin.

Serkeftina dîrokî a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partiyê li bajarên Kurdistanê, desthilatê gelek aciz kiriye.

Piştî hilbijartinê tenê 48 saetan desthilata AKP-MHP’ê ya ji têkçûna xwe şerm nekir dîsa bi rêya qeyûman dixwaze şarederiyên gel dagir bike.

DEM Partî: Mafê Abdullah Zeydan hate desteserkirin

Lijneya Rêveberiya Navendî a DEM Partiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku li ser ‘telîmata’ Wezarata Dadê mafê qedexeyê yê Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan hat betalkirin.

DEM Partî: Ev biryar tunehesibandina îradeya gel e

DEM Partî biryar weke tunehesibandina îradeya gel destnîşan kir û got:

Abdullah Zeydan Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê ye.

Em hişyariyê didin kesên ku hewl didin îradeya gelê me desteser bikin!”

“Li dijî kemîna siyasî, li gel îradeya xelkê wanê cih bigirin”

Hevserokên giştî yên DEM Partî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari diyar kirin eger îro vîna gelê Wanê neyê parastin, wê sibe îradeya bajarên din jî tune bên hesibandin û ev bang kirin:

“Ji bo demokrasî, hiqûq û edaletê divê her kes li dijî vê komplo û kêmîna siyasî li cem îradeya xelkê Wanê cih bigire.”

Hevşaredar Abdullah Zeydan: Li dijî vê bêhiqûqîtiyê rabin ser pêyan

Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan anî ziman ku ew li bendê ne ku her kes li dijî vê bêhiqûqiyê rabe ser pêyan û got: “A ku îro li me tê kirin, wê sibe li Îzmîrê jî were sepandin.”

Ozgur Ozel: Ev tune hesibandina îradeya gelê Wanê ye

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel jî bi daxuyaniyekî bertek nîşanî vê yekê da û got:

“Ev kiryarê desthilatê, tune hesibandina îradeya gelê Wanê ye.”

Raportorê Tirkiye yê PE’yê: Îradeya gel nayê xespkirin

Raportorê Tirkiye yê Parlementeya Ewropayê (PE) Nacho Sanchez Amor jî bertek nîşanî da û got: “Mafê kesî nîne ku îradeya gel xesp bike.”

KNK: Gelê Wanê bi tenê nehêlin û xwedî li vîna xwe dekevin

Konseya Rêveber a KNK’ê bertek nîşanî nedayîna mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan da û got:

“Gelê Wanê bi tenê nehêlin û xwedî li vîna xwe dekevin.”

Back to top button