Gelê Wanê li îradeya xwe xwedî derdikevin

Li dijî desteserkirina îradeya gel ya ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ve gelê Wanê bihêrse.
Şêniyên ku daketin qadan bertek nîşanî qayûman dan û gotin ew ê li îradeya xwe xwedî derkevin.
Li Şaredariya Curnê Reş a Rihayê jî ku DEM Partî piştî 45 salan bi ser ket, AKP’ê li pey hîleyan ketiye.
Serhan Paydaş ku weke hevşaredarê DEM Partiyê hate hilbijartin got: “Îrada gel bidin gel.”

Li dijî desteserkirina îradeya gel ya ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ve hêrsa gel gelekî zêde ye.

Şêniyên ku daketin qadan wiha xwedî li hevşeredarê xwe Abdullah Zeydan derketin û gotin ew ê li îradeya xwe xwedî derkevin.

Li gelek cihan dikandaran derabeyên dikanên xwe venekirin.

Li Wanê berxwedan belavî tevahiya bajêr bû

Di serî de cadeyên sereke, li gelek kolanan xelkê wanê biryara li dijî nûnerê xwe dest bi protestoyê kirin.

Polîsan êrişî çalakiya gel kir: Gelek kes birîndar bûn

Polîsên dewleta Tirk a faşîst jî xwe li çalakiya gel negirt û bi bombeyên gazê û ava şid êriş kir.

Di encama êrişê de gelek kes birîndar bûn.

Piştî wê jî di demekî kurt de protesto li çar aliyên bajar belav bûn.

Piştî êrişa polîsan ciwana jî bi keviran bersivê dan êrişê.

“Em bang li gelê xwe yê hîlwanê dikin, em vîna xwe biparêzin”

Li Şaredariya Curnê Reş a Rihayê jî ku DEM Partî piştî 45 salan bi ser ket, AKP’ê îtiraz li 15 sindoqan kir.

Li hemberî îtiraza ji bo hilbijartinê, banga xwedîderketinê ji DEM Partiyê hat kirin.

Serhan Paydaş ku weke hevşaredar hate hilbijartin got:

“Di hilbijartina 31’ê Adarê de gelê me îradeya xwe li ser sindoqê nîşan da û em bi ser ketin.

Tevî gelê xwe em ê xwedî li sindoqên xwe derkevin.

Em bang li hemû sazî û rêxistinên raya giştî dikin ku di vî warî de bi qanûnî tevbigerin. Îrada gel bidin gel.”

Omer Ocalan: Em li vir in, em ê edaletê biparêzin

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan jî diyar kir ku ew ê xwedî li îrada xwe derdikevin û got:

“Em li vir in, em ê edaletê biparêzin.”

Back to top button