Mafên Abdullah Zeydan ê hilbijartinê ji destê wî hat girtin

Faşîzma AKP-MHP’ê serkeftina dîrokî ya xelkên Wanê tehmûl nekir.
Ji ber vê yekê desthilata faşist mafê hilbijartinê yê Abdullah Zeydan ji dest girt.
DEM Partî bi daxuyaniyekê bang li desthilatdariyê kir ku rêzê li îradeya gelê Wanê bigire.

DEM Partî derbarê desteserkirina vîna xelkê Wanê de daxuyaniyek da û got:

“Hevşaredarê wan yê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hemû prosedurên qanûnî bi cih anîn û serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind da û namzetbûna wî ji aliyê YSK’ê ve hate erêkirin.

Heman dadgehê ku wê biryara dayîna mafên qedexekirî yên Hevşaredarê me Abdullah Zeydan daye, biryara xwe binpê kir.

Ev yek kiryareke tunehesibandina îradeya gel e.

Em bang li her kesî dikin ku rêzê li vê rastiyê bigirin.

Rêgeza herî sereke ya demokrasiyê, rêzgirtina îradeya gel e.

Em bang li desthilatdariyê dikin ku rêzê li îradeya gel bigire!

Em hişyariyê didin kesên ku hewl didin îradeya gelê me desteser bikin!”

Back to top button