Salih Muslim: Serkeftina DEM Partiyê destpêka têkçûyina AKP’ê ye

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim serkeftina gelê Kurd di hilbijartinên xwecihî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye piroz kir û got :
“Encamên hilbijartinên xwecih ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê destpêka têkçûna AKP’ê û hevkarên wê nîşandide.
Salih Mulim diyarkir ku projeya rojava ku niha pêk tê ji bo Tirkiyê çareseriye.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk-PYD’ê Salih Muslim derbarê encamên hilbijartinên xwecihî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye de axivî.

Salih Muslim serkeftina DEM Partiyê li gelê Bakurê Kurdistanê pîroz kir û ev nirxandin kir:

“Ev serkeftineke dîrokî ye. Ev serketin ne ya DEM Partiyê tenê ye, lê belê serketina Kurdan e.

Tevî ku AKP’ê ji bo guhertina encamên hilbijartinan hêzên ewlekariyê şandin bajarên Kurdan, lê dîsa jî DEM Partî serkeftineke dîrokî li hember AKP’ê qezenc kir.

Ev serkeftin destpêka têkçûna AKP’ê û hevkarên wê yên Kurd e.”

Salih Muslim: AKP êdî li Tirkiyê serdestiya xwe wendakiriye

Salih Muslim diyarkir ku AKP li Tirkiye êdî serdestiya xwe wendakiriye û got:

“Bê guman civata navneteweyî rewşa Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne.

Erdogan her tim digot ku partiya wî serwer e û tevahî Tirkiyeyê kontrol kiriye, lê belê me duh dît ku muxalefetê serkeftineke mezin bi dest xist.

Ev jî ji bo civata navneteweyî peyameke nû ye ku AKP li Tirkiyeyê ne partiya serdest e.”

Salih Muslim: Kurd li her derê daxwaza aştiyê û biratiya gelan dikin

Muslim destnîşan kir ku Kurd li her derê biratiya gelan û aştiyê dixwazin û tu carî dijmantiyê naxwazin û got:

“Di dema dawîn de me dît ku DEM Partî pêkhateyên din jî di nav xwe de hewandin.

Ji ber wê jî em ji gelê me yê Bakurê Kurdistanê hêvî dikin ku tê bikoşin û projeya xwe ya ku em li Rojavayê Kurdistanê jî li ser dixebitin, bidin naskirin.”

Muslim di dawiya axaftina xwe de banga domandina têkoşînê û berxwedanê li gelê Kurd kir.

KCK: Divê her kes îradeya gelê Kurd bibîne

Back to top button