KCK: Divê her kes îradeya gelê Kurd bibîne

KCK’ê têkildarî encamên hilbijartinên 31’ê Adarê yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, daxuyaniyeke da û got:
“Hilbijartin di nava hewirdorek antîdemokratîk de pêk hatin.
Feraseta faşîst a netew-dewletparêz têk çûye û feraseta netewa demokratîk bi ser ketiye.
Kurdistanê rê neda faşîzma AKP-MHP’ê.
Divê tu kes piştgiriya planên AKP-MHP’ê yên ku qirkirina Kurdan kûrtir dike neke.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî encamên hilbijartinên 31’ê Adarê yên Bakurê Kurdistanê û tirkiyê, daxuyaniyeke da.

KCK’ê gelê Kurdistanê yê ku di hilbijartinên xwecihî de serketinên dîrokî bi dest xist, pîroz kir û got:

“Di hilbijartinan de gelê me îradeya xwe raber kir û serketineke pir girîng û dîrokî bi dest xist.

Vê serketina hemû aliyên Kurdistanê kêfxweş kiriye û hemû gelê Kurdistanê bi vê serketinê serbilind e.

Divê her kes helwesta gelê Kurd, rolê wê û serketina wê ya dîrokî bibîne û rast fêm bike.”

KCK: Kurdistanê rê neda faşîzma AKP-MHP’ê

KCK’ê diyar kir ku Kurdistanê rê neda faşîzma AKP-MHP’ê û wiha domand:

“Faşîzma AKP-MHP’ê 9 sal in nikare serî bi gelê Kurd bide tewandin, ji civaka Tirkiyê şeqameke dîrokî xwar û serî bi jêr ve qulipî.

Feraseta faşîst a netew-dewletparêz têk çûye û feraseta netewa demokratîk bi ser ketiye.

Encamên ku hatine bidestxistin, ji bo hêzên demokratîk bûye bangek ku yekîtî û tifaqa xwe hîn zêdetir pêş bixin.”

KCK: Hilbijartin di nava hewirdorek antîdemokratîk de pêk hatine

KCK’ê anî ziman ku hilbijartin di nava hewirdorek antîdemokratîk de pêk hatin û got:

“Kurdistan 9 sal in ji aliyê mufetîşên mêtinger ve di bin qanûnên leşkerî de tê birêvebirin.

Gel di nav hawireke zext, gef û şîdetê de çû hilbijartinê.

Bi deh hezaran mirovên weke leşker, polîs, sivîl û hwd deng bi wan dan karanîn.

Serketina dîrokî ya li Kurdistanê tevî van zextan hemûyan jî pêk hatiye.

Encamên gelê Kurd bi dest xistine ji encamên ku di daxuyaniyên fermî de hatine nîşandan zêdetir e.”

KCK: Divê tu kes piştgiriya planên AKP-MHP’ê yên ku qirkirina kurdan kûrtir neke

KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kir:

“Divê dewletên herêmê û hêzên navneteweyî piştgiriya planên AKP-MHP’ê yên ku qirkirina Kurdan kûrtir dike û di navbera gelan de şer û pevçûnan derdixe, neke.”

Namzetên bi ser ketin: me tişta eydê xwe stand

Back to top button