PAJK: 4’ê Nîsanê ne tenê jidayikbûna yek mirovî ye jidayikbûna gelê Kurd e

Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo daxuyaniyek da û got:
“4’ê Nîsanê ne tenê jidayikbûna yek mirovî ye, jidayikbûna gelê Kurd e.
Rêber Apo îradeya jina azad derxist holê.
Rojbûna Rêber Apo çavkaniya jiyana me ye.
Azadiya Rêber Apo armanca me ya sereke ye.”

Ji rojbûna Rêberê Mirovahiyê Rêber Apo re çend roj ma

Bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê-PAJK’ê daxuyaniyek da.

PAJK’ê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di vê sala têkoşînê de armanca wan a bingehîn e û got:

“Em ê 4’ê Nîsanê bi wateya jiyana azad, kelecana serkeftina jina azad civaka azade, bi baweriya ku zayîna Rêber Apo zayîna mirovê azade pêşwazî dikin.

Rêber Apo sekna Kurdê azad a li hemberî sîstema desthilatdar e.

Di vê wateyê de 4’ê Nîsanê ne tenê jidayikbûna yek mirovî ye, jidayikbûna gelê Kurd e.

Rêber Apo nûneriya vejîna hemû bindestan kir.”

PAJK’ê anî ziman ku gelê Kurd gelek encamên girîng û serkeftinên mezin bidest xistiye û wiha domand:

“Ev serkeftin herî zêde di rêxistin û zanebûna jinê de eşkere ye.

Rêber Apo jin bi azadî û dîrok û nasnameya wê da nasîn.

Rêberê me ji bo jin ji asta metabûnê derkeve, birêxistin bibe û zane bibe keda herî mezin daye.

Rêber Apo di pêvajoya Îmralî de li hemberî hişmendiya komplogerî modela civaka demokratîk-ekolojîk-azadiya zayendî afirand.

Her wiha li hemberî vîna zilam a yek alî vîna jina azad derxiste holê.”

PAJK’ê destnîşan kir ku ew weke jinên Tevgera Azadiya Jin a Kurdistanê zayîna Rêber Apo weke çavkaniya jiyana xwe dibînin û got:

“Heya mîsogerkirina azadiya Rêber Apo em ê her di nava têkoşînê de bin.

Rêber Apo hemû jiyana xwe ji bo azadiya jinê, azadiya gelê Kurd û mirovahiyê birêxistin kir.

Di van rojên serhildan û berxwedanan de divê em jinên Kurd ji bo layiqê Rêberê xwe bibin li her deverê lê xwedî derkevin.”

PAJK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de ev peyam da:

“Çawa ku gerîlayên azadiyê bi gel re agirê têkoşînê bilind kirin, ew ê bi pêşengiya jinan jî serkeftinê misoger bikin.”

Azadiya Rêberê me di vê sala dijwar a têkoşînê de armanca me ya sereke ye.”

Jinên ji Efrînê: Rojbûna Rêber Apo ji bo me jiyan e

Back to top button