Meclisa Kongra Star bi daxuyaniyekê serkeftina DEM Partiyê ya di hilbijartinan de pîroz kir û got:
“Bi hevgirtina gelê Kurd û kesên azadîxwaz planên Erdoganê faşîst bi bin ketin.”
Meclisa Kongra Star di daxuyaniyê de kêfxweşiya xwe ji bo serkeftina DEM Partiyê nîşanda û ev tişt got:
Rêbertî gotiye sedsala me sedsala azadiya jinan e, lewma em dibînin çawa bi pêşengiya jinên Kurd li her çar parçên Kurdistanê jin bi rol û misyona xwe radibin.
Bi taybet di hilbijartinên şaredariyan de bi vîn û hêzeke pir xurt di nava gund û bajarên Kurdan bi roleke mezin rabûn.
Wan hişt ku Kurd li dengê xwe, hebûn û nasnameya xwe xwedî derkevin û serbikevin.
Bi hevgirtina gelê Kurd û kesên azadîxwaz planên Erdoganê faşîst bi bin ketin.
Em dibêjin her bi pêşengiya jinan dê sekeftin a me be.”