Dewleta Tirk a dagirker îro careke din êrişî Şengalê kir.
Di êrişê de erebeyek hat bombebaran kir û 2 kes birîndar bûn.
Piştî êrişî xelkê Serdeştê yekser berê xwe dane cihê êrişê û bertek nîşan dan.
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Dayê Neam Îlyas êriş şermezar kir û got: “Dewleta Iraqê û Barzanî hevkarê êrişên Tirkiyê ne.”
Dewleta Tirk a dagirker îro li herêma Serdeşt a çiyayê Şengalê bi balafireke bêmirov wesayîtek bombebaran kir.
Hate ragihandin ku di êrişê de 2 jin birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku li wir hatine, wesayîta hatiye armancgirtin yê welatiyên sivîl e.
Lê der barê êrişê de heta niha daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.
Xelkê Serdeştê: Hikumeta Iraqê û mala Barzanî hevkarê êrişê ne
Piştî êrişî xelkê Serdeştê yekser berê xwe dane cihê êrişê û bertek nîşan dan.
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Dayê Neam Îlyas li wir daxuyaniyek da û êrişa şermezar kir û got:
“Dewleta Tirk dijminê koka Êzidiyane, lewma êrişê çiyayên Êzidiyan dike.
Lê divê baş bizane em terka van çiyayên xwe nadin.”
Dayê Neam bertek nîşanî Iraqê jî da û diyar kir ku dewleta Iraq û Barzanî destektê didin êrişên Tirkiyê.
Dayê Neam destnîşan kir ki armanca dagirkeriya Şengalê valakirina Şengalê ye û got, ew ê terka Şengalê nekin.