Li çolistana Sûriyê di êrişên çeteyên DAIŞ’ê de 13 leşkerên Şamê hatin kuştin

Em her roj behsa xeteriya DAIŞ û tevgera wê dikin.
Tayîbet, tevgera çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Sûriyê berfirehtir dibe.
Di nava rojê li çolistana Hums, Hema û Dêrazorê di êrişên çeteyên DAIŞ’ê de 13 leşkerên din yên hikumeta Şamê hatin kuştin.
Di meha Adarê de, di necama teqînên bermahiyên şer de, 48 kes hatin kuştin û 46 jî birîndar bûn.

Navenda çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku vê sibê çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Humsê êrişî navendek hêzên hikumta Şamê kirin.

Di encamê de, 5 leşkerên hikumetê hatin kuştin.

Li çolistana Hemayê jî, di kemînek çeteyên DAIŞ’ê de, 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Her weha li çolistana Dêrazorê, mayînek ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê hatibûn dayîn bi komek leşkerên hikumeta Şamê teqiya.

Li vir jî di encamê de, 4 leşkerê hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Di Adarê de ji ber bermahiyên şer nêzîkî 50 kes hatin kuştin

Li hêlekî din, Çavdêriya Sûriyê bîlançoya qurbaniyên di teqînên mayînên ji bermahiyên şer di maha Adarê de eşkere kir.

Li gorî wê, Di meha Adarê de ji ber bermahiyên şer 48 kes hatin kuştin û 46 jî birîndar bûn.

Çeteyên DAIŞ’ê 8 leşkerên Şamê kuştin

Back to top button