Bi boneya rojbûna Rêber Apo, li kantona Cizîrê çalakî hatin lidarxistin

Sibe na, dusibe 4’ê Nîsanê rojbûna rêberê mirovahiyê Rêber Apo ye.
Bi vê boneyê gelê herêmê dadikevin qadan û çalakiyan li dardixin.
Li bajar, gund û navçeyên kantona Cizîrê jî gel bi coş rojbûna Rêbertî pîroz dikin.

Bi vê çalakiyê rojbûna Rêber Apo li bajarê Qamişlo hate pîrozkirin.

Di çalakiyê de endamên Kongra STAR pirtûkên Rêber Apo li şêniyan belav kirin.

Kesên ku pirtûk girtin diyar kirin ku armanca wan belavkirina fikrên Rêber Apo li nava civakê ye.

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê jî, ji bo zarokên şehîdan bi boneya rojê şahiyek lidar xist.

Piştre zarokan mûm vêxistin, şêranî û xelat li zarokan hate belavkirin.

Li Dêrikê jî Kongra Star civînek ji şêniyan re li dar xist.

Di civînê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Suad Mistafa got:

“Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe ji bo me bû rêya xelasiya ji bindestî û koletiyê.

Em soz didin rêberê xwe ku heta misogerkirina azadiya wî xebat bimeşînin.”

Her wiha li Girkê Legê jî şahiyek ji bo zarokan hate lidarxistin.

Di şahiyê de stran hatin gotin û govend hatin gerandin.

Back to top button