HPG: Artêşa Tirk 15 caran bi topên fosfor êriş kir

HPG’ê ragihandin ku qadên berxwedanê yên gerîla 15 caran bi topên ji madeyên fosforê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin bombekirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên dewleta Tirk de daxuyaniyek da.

Li gorî vê;

“Li herêma Zapê;

24’ê Sibatê qada Xêrê ya Garê carekê bi balafirên şer hate bombekirin.

25’ê Sibatê li nehiya Şêladizê ya Amediyê, dagirkeran êrişî çeperên gerîla kir..

Hêzên gerîla ji bo xwe biparêzin, bersiv dan.

Piştre artêşa dagirker 15 caran bi bombeyên fosfor êriş kirin.

Her wiha çeperên berxwedanê û qada Çemçoyê 43 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Li navçeya Amediyê leşkerên artêşa Tirk a dagirker xwestin sîstema kamera ya mobesse bi cih bikin.

Hêzên gerîla bi sekvaniyê li wan da û li vir dagirkerek hate cezakirin.”

Back to top button