30’emîn salvegera Jenosîda Ruandayê

Li Ruandayê ji ber 30’emîn salvegera jenosîdê merasîm bên lidarxistin.
Serokdewletê Ruandayê Paul Kagame li Gîsoziyê ku gorên 250 hezar kesî lê ne, çelenk danî û agirê ku dê 100 rojî dewam bike pêxist.
Neteweyên Yekbûyî ji aliyê civaka navneteweyî ve hat sûcdarkirin ku di nava 100 rojên tundî û qirkirinê de gavên di cih de ji bo misogerkirina aştiyê li Ruanda neavêtiye.

Li Ruandayê di 30’emîn salvegera jenosîda ku 800 hezar kes tê de hatibûn qetilkirin.

Ji roja Yekşemê ve ji bo hefteyekê şîna neteweyî hat îlankirin û dê merasîmên bîranînê bên lidarxistin.

7’ê Nîsanê roja ku li Ruandayê şer destpêkir, weke “roja qirkirinê” tê bibîranîn.

Serokdewletê Ruandayê Paul Kagame li Gîsoziyê ku gorên 250 hezar kesî lê ne, çelenk danî û agirê ku dê 100 rojî dewam bike pêxist.

Ji roja Yekşemê pê ve li seranserê welêt ji ber şîna neteweyî dê hefteyekê al daliqandî bin û li cihên giştî û li radyoyê destûr neyê dayîn ku muzîk bê daliqandin.

Bûyer û fîlimên werzîşê heta ku bi bîranînan ve neyên girêdan dê ji televîzyonê werin qedexe kirin.

Her wiha dê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Afrîkayê ve ji bo kesên di qirkirinê de jiyana xwe ji dest dane merasîmên bîranînê bên lidarxistin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres di peyama xwe de bang kir ku sedemên nefretê yên ku bûne sedema qirkirinê qet neyên jibîrkirin û got:

“Divê em peyameke zelal, teqez û lezgîn bidin kesên ku dixwazin me ji hev cuda bikin.”

Li Ruandayê çi qewimîn?

Li Ruanda, di sala 1994 de, Hutuyên tundrew li dijî hindikahiyên Tutsî, ku wan ji xistina balafira serokê wê demê Juvenal Habyarimana berpirsiyar dîtin, qirkirinek pêk anî.

Di qetlîama ku li welêt 100 roj dewam kir de zêdeyî 800 hezarî ku piraniya wan Tutsî û Hutu ne jiyana xwe ji dest dan.

Di qirkirina herî mezin a dawiya sedsala 20’an de, li welêt di nava sê mehan de ji sedî 70’ê hindikahiyên Tutsî hatin qetilkirin.

Heta ku Yekîtiya Welatparêzên Rwanda ku ji aliyê Tûtsî ve hat avakirin, di Tîrmeha 1994’an de ket paytext Kîgaliyê û dawî li qirkirinê anî, ji sedî 10’ê nifûsa welêt hat qetilkirin.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî di navbera 100 û 200 hezar jin de rastî destdirêjiyê hatine.

Li gorî daneyên Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) 300 hezar ji kesên hatine qetilkirin zarok in.

Piraniya wan bi lêdanê hatin kuştin.

Neteweyên Yekbûyî û Fransa tên tawanbarkirin

Neteweyên Yekbûyî ji aliyê civaka navneteweyî ve hat sûcdarkirin ku di nava 100 rojên tundî û qirkirinê de gavên di cih de ji bo misogerkirina aştiyê li Ruanda neavêtiye.

Welatên wekî Belçîka û Fransa ji ber ku piştgirî didin qirkirinê hatin rexnekirin.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron biryar da ku komîsyonek ji dîroknasan ji bo lêkolîna qirkirina li Ruandayê were avakirin û ji bo vê lêkolînê arşîvên dewletê veke.

 

Back to top button