Polîs: Kuştina Daunte bi şaştî bû!

Li eyaleta Minnesota ya DYA, li bajarê Brookleyn Center yê li bakurê Minneapolis piştî kuştina ciwanê 20 salî kolan ji xwepêşandêrên bihêrs tejî bûye.
Polîsan her çiqasî ragihand ku bûyer bi şaştî pêkhatibe jî nekarî kolanên bajar ji xwepêşandêran vale bike.
Li bajar qedexeya derketina derve hate ragihandin.
Serokê DYA Biden jî banga xwînsariyê li herkesî kir.

Di demeke ku ji bo edaletê kujerê George Floyd tê dadgehkirin de careke din, kuştina kesekî Afro-Amerîkî kolanên welat veguherandiye qada pevçûnan.

Bi kuştina ciwanê 20 salî Daunte Wright yê li bajarê Brooklyn Center careke din li welat aloziyê despê kiriye.

Polîsên bajar di daxuyaniya xwe ya îro dayîn de ragihand ku Wright bi şaştî hatiye kuştin.

Şefê Polisan Tim Gannon got,

Dema polîs dixwest demanceya xwe ya elektirîkê bikar bêne bi şaştî ya biçek bikar aniye û gule berdaye.

Ev bûyer ji dema zivirandina ciwan Daunte Wright pêk hatiye.

Waliyê Mnnesota Tim Waltz jî diyar kir ku rewşê ji nêz ve dişopîne û ji malbata Wright re dua dike.

Dayîka Wright yê hatî kuştin jî daxwaza agahiyên hîn berfirehtir li ser kuştina kurê xwe kir.

Li Minneapolis dûman li ser kolanan bilind dibe

Li bajarê Minneapolis ku di demekê de doza polîsê kujerê George Floyd pêk tê de, alozî didome.

Li paytext Waşîngton DC jî ji bo şermezarkirina tundiya polîsan û piştevaniya bi malbata Wright re meş û çalakî hat lidarxistin.

Bîden banga xwînsariyê li welatiyan kir

Bûyera li Minneapolis di rojeva serokê DYA Joe Biden de bû.

Joe Biden di dema civîna li bi nûnerên Kongreê li Navenda Ovalê re têkildarî mijarê ji rojnamevanan re axivî.

Biden daxwaz kir ku heta bûyer baş tê lêkolînkirin herkes xwînsar be.

Ji ber hîna nayê zanîn ka bûyer bi şaştî yan jî bi zanabûn pêk hatiye.

Back to top button