Kobanê-Şehîd Kaya Kêtikanî bi merasîmekê hat oxirkirin

Îro li bajarê Kobanê şehîd Kaya Kêtikanî bi merasîmeke biheybet li Pakrewangeha Şehîd Dîcle hat oxirkirin.

Şervanê Hêzên Komandos Kaya Kêtikanî 1’ê Nîsanê li Minbicê dema li ser erka xwe bû şehîd bû.

Şehîd Kaya Kêtikanî bi merasîmeke biheybet li goristana Şehîd Dîcle ya li Kobanê hat veşartin.

Merasîma oxirkirinê bi tevlîbûna şêniyên kantona Firatê, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser pêk hat.

Di merasîmê de, ji rêveberiya HPC’ê Elî Hoşan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest, soza şopandina wan da û got:

“Şoreşa me bi şehîdan dest pê kir û dîroka ku bi hezarên salan hatiye wendakirin me bi şehîdan nûjen kir.

Me li ser raman û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin kir û şoreşa me bi şehîdan dest pê kir, em ê bi şehîdan bi ser bikevin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê Bedîe Hiso jî soza şopandina riya şehîdan da û got bi saya berxwedana şehîdan, em ê bigihêjin serkeftinê.

Dawiyê wesîqeya şehîd Kaya hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Şehba-Merasîma xiyabî yê şehîdê HPG Canşêr Şêrawa pêk hat

Li gundê Til Qirah a Şehba merasîma xiyabî yê Şehîdê Gêrîla Canşêr Şêrewa hat lidarxistin.

kesên axivîn tekesî bi domandina riya şehîdan kirin.

Merasîm bi dirûşmeyên na ji dagirkerî, bijî berxwedana Gerîlayên azadiyê bi dawî bû.

Back to top button