Ukrayna: Rûsya îsal bi 5 moşekên zîrkonê Kievê kir armanc

Şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de hin hurgilayan eşkere dibe.
Ukraynayê ragihand ku Rûsya îsal bi 5 moşkên zîrkonê Kîevê kir armanc.
Her wiha Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn piştrast kir ku Rûsyayê mûşekên Zirkon di şer de bikar anîne, lê diyar nekir ku kîjan çeper bûne armanc.
Li aliyê din jî di êrîşa Moskowê de 4 gumanbar li Daxistanê hatine girtin.

Rêveberiya leşkerî ya bajarê Kîevê di daxuyaniyekê de ragihand, Rûsyayê ji destpêka îsal ve 5 mûşekên xwe yên nû yên hîpersonîk Zirkon ji bo êrişkirina Kîevê bikar anîne.

Li gorî nûçeya Reutersê, rêveberiyê di daxuyaniya xwe ya bi rêya Telegramê de diyar kir ku ev êrîş di nav 3 mehên destpêkê yên salê de ji aliyê Rûsyayê ve zêdetirî 180 êrîşên li ser paytexta Ukraynayê bi balafirên bêmirov û mûşekan pêk hatine.

Rûsya dibêje, mûşekên wê yên Zirkon ku ji behrê tên avêtin, menzîla wan hezar kîlometre ye û bi leza deng 9 qatan diçin.

Vekolerên leşkerî gotin ku leza mûşekên hîpersonîk dikare were wateya kêmbûna girîng di dema bersivdana parastina esmanî de û şiyana êrişkirina ser armancên mezin.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn piştrast kir ku Rûsyayê mûşekên Zirkon di şer de bikar anîne, lê diyar nekir ku kîjan çeper bûne armanc.

Pûtîn Zirkon wekî beşek ji nifşek nû ya pergalên çekan ên bêhempa binav kir.

Rêveberiya Kîevê diyar kir ku bajar ji destpêka sala 2024’an û vir ve ji aliyê 6 cureyên mûşekan ve hatiye xistin û heta niha 113 mûşek hatine avêtin.

Rûsya: 4 gumanbarên êrîşa li Moskowê hatin girtin

Li aliyê din servîsa Ewlekariya Federal a Rûsyayê (FSB) ragihand ku, di encama operasyoneke taybet a ku li Daxistanê hat lidarxistin de, 4 welatiyên biyanî yên gumanbar ên ku ji bo êrîşa terorê ya li salona konserê ya Crocus City Hall a Moskowê pere û çek dane, hatin girtin.

Herwiha hat diyarkirin ku milîtanên hatine binçavkirin rasterast di dayîna fînanse û çekan de ji bo kirdarên êrîşa terorê ya ku di 22’ê Adarê de li salona konserê ya Crocus City Hall a Moskowayê pêk hat de cih digirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku êvara 22’yê Adarê li paytexta Rûsyayê Moskowayê li salona konserê ya “Crocus City Hall” ji aliyê kesên çekdar ve êrîşeke terorîstî hat kirin.

Di dîmenên li ser medyaya civakî hatin parvekirin de hat dîtin ku êrîşkar bi çekên otomotîk li salonê gulebaran kirine.

Hat ragihandin ku di êrîşa terorê de 144 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Dadgeha Basmanniy ya Moskowayê derbarê 9 gumanbarên ku der barê êrîşê de derxistin pêşberî dadger biryara girtinê da.

Ukrayna: Li Kirimê 2 keştiyên şer ên Rûsyayê hat xistin

Back to top button