Amerîka ji bo kêmkirina Ragêşiya Îsraîl û Îranê hevdîtinan pêk tîne

Li ser ragêşiya Îran û Îsraîlê di serî de Amerîka hin welatên Ewropî hişyariya êrîşên Îranê dan.
Wezîrê Karê Dervê yê Amerîkayê Antony Blinken ji bo kêmkirina rageşiyê rêze hevdîtinan pêk tîne.
Her wiha Îsraîl jî di daxuyaniya xwe de gotibû eger Îranê êrîş bike dê bersivê bidin.
Li aliyê din jî Rûsya û Almanya jî ji welatên Rojhilata Navîn re banga baldariyê ya êrîşên Îranê kirin.

Rageşiya Îsraîl û Îranê piştî armanckirina balyozxaneya Îranê ya li Sûriyê zêde dibe.

Amerîka ji bo kêmkirina rageşiyê rêze hevdîtinan pêk tîne.

Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ji bo kêmkirina rageşiyê rêze hevdîtin pêk anîn.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragihand ku Blinken li ser telefonê bi Wezîrên Karê Derve yên Welatan re axivî.

Miller got:

“Wezîr Blinken eşkere kir ku zêdekirina aloziyan di berjewendiya tu kesî de nîne û divê welat Îranê teşwîq bikin da ku aloziyan kêm bike.”

Miller diyar kir ku di van çend rojên dawî de bi hevpeymanên Ewropî re jî hevdîtin kirine.

Îsraîl: Emê bersivê bidin

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant roja Pêncşemê anî ziman ku Îsraîl dê rasterast bersiva her êrîşeke Îranê bide.

Li gor daxuyaniya wezaretê Gallant ji Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin re gotiye,

“Êrîşa rasterast a Tehranê wê hewce bike ku Îsraîl bersiveke guncaw bide Îranê.”

Di daxuyaniya Pentagonê de hat diyarkirin ku di hevdîtina Gallant û Austin de tehdîdên ku ji Îranê an jî aliyên ku piştgiriyê dide Îsraîlê dikarin bên axaftin hatin kirin.

Di daxuyaniya Pentagonê de wiha hat gotin:

“Peyama eşkere ya Serok Biden ji Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu re dubare kir, Wezîr Austin ji Wezîr Gallant piştrast kir ku ji bo parastina Îsraîlê li hember êrîşên Îranê yên ku Tehran bi eşkereyî tehdîd kiriye, piştgiriyê dide Amerîkayê.”

Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku serdana Fermandarê payebilind ê leşkerî yê Amerîkayê yê ji Rojhilata Navîn General Michael Kurilla ya ji bo Îsraîlê hat kirin, da ku li ser “tehdîdên ewlehiyê yên heyî” gotûbêj bike.

Ji Rûsya û Almanyayê banga baldariyê bo êrîşa Îranê

Di demekê de ku Îran û Îsraîl gefên xwe yên hevbeş piştî êrîşa Sûriyê berdewam kirin, Almanya û Rûsyayê hemû welatên Rojhilata Navîn vexwend ku bi baldarî tevbigerin.

Bi zêdebûna aloziyên di navbera Îran û Îsraîlê de, wezîrên karên derve yên Rûsya û Almanyayê banga baldarbûnê li Rojhilata Navîn kirin.

Lîderê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xameney roja Çarşemê soza tolhildanê dubare kir.

Tehdîdên dualî yên her du welatan, rageşiya li herêmê ku ji ber şerê li Xezayê jixwe aloz bûbû, zêdetir kir.

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock roja Pêncşemê bi hempîşeyê xwe yê Îranî Huseyîn Emîr abdullahiyan re peyivî û bang kir ku ji bo pêşîgirtina li zêdebûna aloziyan, “bêhnfirehiya herî zêde” hebe.

Back to top button