Hewldanên Tirkiyê yên operasyoneke dagirkeriyê li Başûrê Kurdistanê dewam in

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan derbarê hewldanên operasyona dewleta Tirk li başûrê Kurdistanê nixandin kir.
Mûrat Karayilan got:Tirkiyê dixwaze bi hêzên PDK’ê şerê me bike.
Em dibêjin bila ev tişt neyê kirin.
Yanî rayedarên PDK’ê jî vê bibînin.
Hinek stratejîk nêz bibin.
Ewqas teqtîqî nêz nebin.
Di sedsala 21’an de şerê Kurd bi Kurdan, şermeke mezin e.

Hewldanên dewleta Tirk a pêkanîna operasyoneke dagirkeiryê li dijî destkeftiyên kurdan li Başûrê Kurdistanê berdewam in.

Ji ber vê yekê serdanên rayedarên Tirk ji bo Bexda û Hewlêrê ranewestiyane.

Dewleta Tirk artêş çek û çebilxane li ser sînorê Iraqê bi cîh dike

Herî dawî serokê dewleta tirk Erdogan ragihand ku plana operasyonê amade bûye û pêkanîna wê piştî serdana Bexdayê wê zelal bibe.

Di wê çarçoveyê de Rojnameya Heryyît a tirkî da zanîn ku dagirkeriya tirk wê artêş, çek û çebilxaneyan piştî cejna Remezanê li ser sînor bi cî bike.

Dewleta tirk bi serdanên xwe yê ji Hewlêrê re dixwaze bi hêzên PDK’ê şerê Gerîlayên azadiyê PKK’ê bike.

Karayilan: Tirkiyê dixwaze bi hêzên PDK’ê şerê me bike

Di vê çarçoveyê de Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan nirxandin kiri bû.

Mûrat Karayilan gotubû ku PDK beşdarbûna şerê li dijî me red nake û wiha domand:

PDK’ê dibêje ez bi tenê nabim, divê YNK jî hebe yan jî Iraq.

Van daxwaziyan ji Tirkiyeyê dike.

Diyar e ku PDK naxwaze bi navê partiya xwe wisa yekser beşdarî vî şerî bibe.

Dixwaze yan bi navê hikûmeta Herêmê yan ji bi navê hikûmeta Iraqê beşdarî şer bibe.”

Karayilan: Armanca Tirkiyê statuya Kurdan ji holê rake

Mûrat Karayilan têkildarî paşxane û armanca operasyona dewleta tirk jî ev tişt got:

Bi salan e em wan û psîkolojiya wan baş dizanin.

Ew ne tenê dixwazin PKK’ê tune bikin. Dixwazin Kurdan tevahî tune bikin.

Statuya Kurdan ji holê rakin.

 Karayilan: Di sedsala 21’ê de şerê Kurd bi Kurdan şermeke mezin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan got ku ew naxwazin plana tirkiyê bi destê hêzên Kurdî bi cî were û wiha anî ziman:

Em dibêjin bila ev tişt neyên kirin.

Yanî rayedarên PDK’ê jî vê bibînin.

Hinek stratejîk nêz bibin.

Ewqas teqtîqî nêz nebin.

Di sedsala 21’an de şerê Kurd bi Kurdan, şermeke mezin e.

Back to top button