Li Fransayê li ser rewşa Sudanê konferans bê lidarxistin

Li Sudanê hîna jî ji bo şer çareseriyek mayînde nehatiye dîtin.
Her çi qas bangawaziyên agirbest û aştiyê hebin jî di navbera artêşê û Hêzên Piştigiriya Bilez de dem bi dem şer didome.
Rayedarên Fransî ragihandin ku dê roja duşema bê li Parîsê konferansek li ser rewşa Sudanê bê lidarxistin.

Fransa duh armancên sereke yên konferansa li ser rewşa Sûdanê ku roja duşema bê li Parîsê tê lidarxistin, ragihand.

Nûnerê fermî yê Sûdanê wê beşdarî konferansa ku bi hevkariya Almanya û Yekîtiya Ewropayê (YE) tê lidarxistin nebe.

Hilbijartina 15’ê Nîsanê weke roja konferansê ji ber wê yekê ye ku ev roj yekemîn salvegera şerê berdewam ê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HDK) de ye, ku derbeyek li her tiştên demokratîk xistiye.

Wezareta Derve ya Fransa di daxuyaniya xwe ya duh de ragihandibû ku divê konferans bigihê sê armancên sereke.

Ya yekem ji van ‘pabendbûna bi fînansekirina bersiva navneteweyî ya ji bo hewcedariyên mirovahî yên Sûdanê’ ye, ya duyemîn jî ‘pêşveçûn di misogerkirina gihandina bê asteng a alîkariyê de’ û ya sêyemîn jî ‘bêîstîqrara di pergala navneteweyî de divê krîzên ku bandorê Sudan jî di nav de li Afrîkayê dikin neke bin siya xwe.

Muxalefeta sivîl rageşiya her du aliyên şer ên Sudanê rexne dikin

Fermandarê Artêşa Sûdanê Abdulfettah el-Burhan û Fermandarê Hêzên Piştgiriya Bilez Muhammed Hamdan Daklu bi wesîleya Cejna Remezanê axaftinên tehdîdkar kirin.

Li aliyê din hêzên siyasî diyar kirin ku axaftinên bi vî rengî yên gefxwarinê vala ne, dikarin şerê ku bi hêza çekan çareser nabe, dirêj bike.

Burhan di axaftina xwe ya Cejna Remezanê de teqez kir ku heta êrîşên Hêzên Piştgiriya Bilez bi dawî bibe dê şer bidome, Daklu jî destnîşan kir ku tekane bijare serketin e.

Daklu her wiha ‘serketinên mezin’ ên hêzên xwe li hemû qadên şer bi taybet El Cezîre, Sennar a rojava û Fawê pîroz kir.

Zêdebûna rageşiyê deriyên heviyê digire

Şandeya lêkolîna rastiyan a Neteweyên Yekbûyî li Sûdanê duh ragihand ku gelê Sûdanê ji pevçûnên wêranker bêzar bûne ku şerê di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Bilez de dikeve sala xwe ya duyemîn.

Şandeya Neteweyên Yekbûyî teqez kir ku divê her du alî demildest agirbestekê ragihînin, êrîşên li dijî sivîlan bi dawî bînin û gihandina alîkariyên mirovî yên bê asteng misoger bikin.

Serokê Şandeyê Muhammed Şandî Osman jî wiha got:

“Êdî dem hatiye ku ev şerê wêranker bi dawî bibe. Gelê Sûdanê têra xwe êş kişandiye.

Pêwîste aliyên şer rêyek ji bo aştî û rêzgirtina mafên mirovan bibînin.”

Back to top button