Li Mexmûrê di demjimêrên sibehê de hilbijartina ji bo şaredariyê hat lidarxistin û bîst encûmen û çar hevşaredar ketin pêşbirkê.
Hilbijartin saet 08:00’ê sibehê li heşt navendan destpêkir û saet 17:00’an jî bi dawî bû.
Di vê hilbijartinê de bîst encûmen û çar hevşaredar ketine pêşbirkê.
Hêjayî gotinê ye ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê her dû salan carekê hilbijartinên şaredariyê tê kirin.
Niha çav li rê ye ku encamên hevşaredar û encûmenan were eşkere kirin.