Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê di demjimêrên sibehê de li heşt navendan hilbijartina ji bo Şaredariyê hat destpêkirin.
Di vê hilbijartinê de bîst encûmen û çar hevşaredar ketine pêşbirkê.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî Mexmûr di demjimêrên sibehê de li heşt navendan hilbijartin hat destpêkirin.
Di vê hilbijartinê de bîst encûmen û çar hevşaredar ketine pêşbirkê.
Wê dû hevşaredar û heft encûmen werin hilbijartin.
Di van kêliyan de jî xelkê wargehê bi kelecanek mezin diherikin ser sindoqan.
Hilbijartin di demjimêr 08:00’ê sibehê de destpêkir û wê heta demjimêr 17:00’an bidome.
Her wiha piştî ku deng dayîn qediya wê encamên hevşaredar û encûmenan were eşkere kirin.
Hêjayî gotinê ye ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê her dû salan carekê hilbijartinên şaredariyê tê kirin.