Berxwedana girtiyan di roja 138. de didome

Berxwedana girtiyên siyasî yên li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 138 roj li pey xwe hişt:
Hemwextî vê yekê çalakiya Nobeta Edaletê jî ku bi heman daxwaza girtiyan û ji bo piştgiriyan wan li gelek bajaran hatibû destpêkirin dewam dike.
Li Êlihê nûnerên rêxistin partiyan bajar serdana çalakiyên nobeta edaletê kirin.
Di serdanê de peyama yek ji girtiyan a ji bo dayikan hate ziman û hat gotin: “Berxwedana we hêviyê dide me.

Berxwedana girtiyên siyasî yên li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 138 roj li pey xwe hişt

Di 27’ê Mijdara 2023’yan de girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd dest bi greva birçîbûnê kirin.

Girtiyên PKK û PAJK’î di 3’yê nîsanê de bi ser navê Denîz Kaya daxuyaniyek weşandin û eşkere kirin ku ew bi boneya 4’ê Nîsanê Roja Rojbnûna Rêber Apo çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû dikin.

Di vê çarçoveyê de girtiyan ragihandin ku ew çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya dorveger veduguherinîn boykotkirina dadgeh, serdana malbatê û axaftina bi telefonê.

Hemwextî vê yekê çalakiya Nobeta Edaletê jî ku bi heman daxwaza girtiyan û ji bo piştgiriyan wan li gelek bajaran hatibû destpêkirin dewam dike.

Ji bo dayikên di Nobeta Edaletê de peyam: berxwedana we hêviyê dide me

Li Êlihê jî Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad TJA, rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî û DBP’ê yên bajar serdana çalakiyên nobeta edaletê kirin.

Di çalakiyê de dayê Sûltan Azboy de axivî û diyar kir ku heta tecrîda li ser Rêber Apo ranebe wê zarokên wan jî di tecrîdê de bin.

Çalakger Sadiye Yildirim jî ku dayika yek ji girtiyan e, berxwedana dayikan pîroz kir û bal kişande li ser zextên dewleta Tirkiyê.

Sadiye Yardim da zanîn ew beriya cejnê çûyê serdana kurê xwe û peyama wî şandî wiha vegot:

“Kurê min got; ‘Em ê êdî dernekevin hevdîtinê. Hûn jî li derve li ber xwe bidin, berxwedana we hêviyê dide me.

Ez silavên xwe ji dayikên li ber xwe didin re dişînim û destê wan maç dikim.'”

Girtiyên siyasî ji bo azadiya Rêber Apo 135 rojin di greva birçîbûnê de ne

Back to top button