Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Denîz Gezmîş, Yûsûf Arslan û Huseyîn Înan bi daxuyaniyekê bi bîr anî.
KCK’ê bang li hêzên demokrasiyê kir ku li dora têkoşîna hevpar kom bibin û got:Banga me ji hêzên demokrasiyê re, li dora têkoşîna hevpar, piştevanî û yekîtiyê hîn bêhtir bicivin, armanca Kurdistana azad û Tirkiya demokratîk pêk bînin.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Denîz Gezmîş, Yûsûf Arslan û Huseyîn Înan di salvegera 52’an a darvekirinê de bi daxuyaniyekê bi bîr anî.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Dîrokê kesayetên ku ji bo azadiyê xwe feda kirin her tim mezin û ebedî kir, mexlûqên sefîhê yên pergala mêtinger di tarîtiya nebaşiya wan de veşart.
Yên ku difikirîn bi darvekirinê dikarin hêviya şoreş û azadiyê tine bikin xwe xapandin, xet û hêviya azadiyê bi ser ket.
Yên difikirîn ku bi kuştinê wê karibin şoreşgeran bikujin ew bi xwe mirin, şoreşger jî di dilê gelan û têkoşîna wan de timî hatin bîranîn. ”
KCK’ê diyar kir ku di şexsê Denîzan de mîrateyêk mezin li pêy xwe hiştin û gotin:
“Ev mîrate jî stratejiya têkoşîna hevpar a gelan û utopya jiyana azad, sosyalîst û demokratîk e.
Fêhmkirina van rêberan û dilsoziya bi wan re, bi esaswegirtina stratejiya wan a têkoşînê û utopyaya wan dibe.
Tevgera me di nêzîkatiya xwe de ev yek ji xwe re kir esas, ji destpêkê heta niha ev nêzîkatî dewam kir.”
KCK: Armanca Rêber Apo Tirkiye û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bike yek
KCK’ê diyar kir ku Rêber Apo têkoşîna Denîz û Mahîran berdewam kir û wiha got:
“Rêber Apo ku bi bandora ji rêberên mezin ên tevgera şoreşger a Tirkiyê Mahîr Çayan dest bi têkoşîna şoreşgeriyê kir, PKK afirand, Kurdistana azad û Tirkiya demokratîk a ku xwe dispêre yekîtiya azad û demokratîk a gelan ji xwe re kir armanc, ji xwe re kir hedef ku têkoşîna sosyalîst demokratîk a Tirkiyê û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bike yek.”
KCK: Hêzên Demokrasiyê divê li dora têkoşîna hevpar kom bibin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê banga têkoşîna hevpar kir û wiha bi dawî kir:
“Em bang li hêzên demokrasiyê dikin ku li dora têkoşîna hevpar, piştevanî û yekîtiyê hîn bêhtir bicivin, armanca Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk pêk bînin.”