Li Hesekê teqîn: Kesek birîndar bû

Li çargoşeya ewlehiyê ya bajarê Hesekê ku di bin seweriya hikumeta Şamê de ji ber teqîna erebeyekê kesek birîndar bû.

Li çargoşeya ewlehiyê ya li bajarê Hesekê ku di bin serweriya hêzên Şamê de ye, erebeyek bi tîpa “Geep” teqandiye.

Di encama teqînê de xwediyê erebeyê bi navê Ebû Heyder birîndar bû.

Birîndar rakirin nexweşxaneya nêzî çargoşeya ewlehiyê.

Hêzên hikumeta Şamê cihê bûyerê dorpêç kirin.

Agahiyên zêdetir derbarê teqînê de nehatin bidestxistin.

Back to top button