HPG’ê 2 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anîn

HPG’ê 2 gerîlayên ku demên cuda li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr anîn û got: “Di berxwedana efsanewî ya li dijî dagirkeran de, di refên herî pêş de cih girtin û ala serketinê bilind kirin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameye 2 gerîlayên şehîd eşkere kir.

HPG’ê têkîldarî şehadeta gerîlayan, ev agahî parvekir:

“Hevrêyên me Soro Amanos û Şiyar Amed demên cuda li Herêmên Parastinê yên Medyayê, di êrîşa dijmin de tevlî karwanê şehîdan bûn.”

HPG li ser kesayeta şehîdan ev tişt got:

“Hevrêyên me Soro û Şiyar pêşeng û milîtanên fedayî yên Şerê Gel ê Şoreşgerî bûn.

Di berxwedana efsanewî ya li dijî dagirkeran, di refên herî pêş de cih girtin û ala serketinê bilind kirin.

Hevrêyên me di şert û mercên herî zehmet de gerîlatî kirin û derbeyên mezin li artêşa Tirk a dagirker xistin.

HPG’ê: Şehîd Soro û Şiyar li gorî ruhê demê bûn xwedî misyon

Bi rengekî bê nefes têkoşîna xwe domandin û bûn xwediyê mîsyonekê li gorî ruhê demê.

HPG’ê ji malbatên hêja yên şehîdan û tevahî gelên welatparêz yên Kurdistanê re sersaxî xwest.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya gerîlayên şehîd wiha ye:

Nasnav: Soro Amanos
Nav û Paşnav: Muslum Urper
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik: Halîme
Navê Bav: Emîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 10’ê Hezîrana 2022’yan/Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Şiyar Amed
Nav û Paşnav: Mahsûm Bozat
Cihê Jidayikbûnê: Mêrsîn
Navê Dayik: Ferîde
Navê Bav: Haci
Cih û Dîroka Şehadetê: 30’ê Hezîrana 2022’yan/Herêmên Parastinê yên Medyayê

Back to top button