Hikmet Hebîb: Gel ji bo avakirina civakek azad bi hezaran şehîd dan

Şêniyên navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo û Dirbêsiyê bi du merasîmên cuda şehîdên azadiyê bîr anîn. Di merasîma li Çilaxa de hevserokê Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê Hikmet El-Hebîb diyar kir ku pêkhateyên herêmê ji bo avakirina civakeke azad bi hezeran şehîd dan.

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo 15 şehîdê ku meha Tîrmehê şehîd bûne bîr anî.

Merasîm li navenda Çand û Huner a navçeyê bi beşdarbûna bi dehan şêniyên navçeyê û malbatên şehîdan pêk hat.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê Hikmet El-Hebîb axivî û şehîdên azadiyê bîr anî.

Hikmet El-Hebîb anî ziman ku pêkhateyên herêmê bo avakirina civakeke azad bi hezeran şehîd da.

Her wiha teqez kir ku Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ji diyaloga bi hemû aliyan re, amade ye.

Piştî axaftinê sînevizyon der barê şehîdan de hate pêşandan.

44 şehîd bi merasîmekê hatin bîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê jî bi merasîmekê 44 şehîdên mehên Nîsan, Gulan, Hizêran û Tîrmehê bîr anî.

Merasîm bi beşdarbûna malbatên şehîdan, şênî û endamên saziyên navçeyê hate lidarxistin.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Salim El-Salim di merasîmê de axivî.

“Îro, em 44 şehîdên ku wekî mûmekê rêya rûmet û azadiyê ronî dikin”.

Salim El-Salim piştrast kir ku vîna wan xurt e û ew ê şopa şehîdan bidomînin.

Merasîma bîranînê bi xwendina nasnameyên 44 şehîdan bi dawî bû.

Back to top button