Şerê Îsraîl û Filistinê…ji Qahîrayê agirbest hat ragihandin

Piştî şerê 11 rojan ê Filîstîn û Îsraîlê bi navbeynkariya Serokê DYA`yê Joe Biden û aliyên Misrî, li payteya Misrê Qahîre agirbest hate ragihandin.

Joe Biden di daxuyaniyê de bi hêviya bidawîkirina şerê li Xezayê, soza ava kirina xaniyên wêrankirî û alîkariyek mirovî lezgîn da.

Joe Biden diyar kir ku avakirina xaniyên wêrankirî wê ne bi hevkariya Hemasê, bi hevkariya desthilata Filîstînê pêk bê.

Kabîneya Ewlekariya Îsraîlê jî ji hêla xwe ve agirbest erê kir.

Li gorî agahiyan, ji saet 02:00`yê şeva doh ve ev agirbest ketiye meryetê de û aramî ketiye nava bajêr de.

Piştî destpêkirina agirbestê, welatiyên ku bibû 11 rojên wan di bin tirsa şer û topbaranan de bûn, kêfxweşiya xwe diyar kirin.

Heta niha di encama şerê 11 rojan de 232 kes jiyan xwe ji dest dane, 1900 kes jî birîndar bûne.

Back to top button