Dewleta Tirk gundên Minbic û Şehba-Efrîn topbaran kirin

Mîna her roj, îro jî gundên Minbic û şehba rastî topbarana dewleta Tirk a qirker hatin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker gundê Qerwêran ê Minbicê topbaran kir.

Ev gund dikeve rojavayê bajarê Minbicê.

Topbarana dagirkeran seatên nîvor pêk hat.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku çeteyan ji baregeha xwe ya li gundê Şêx Nasir êriş pêk anî.

Gor navendê, çeteyan zêdeyî 15 guleyên obîsan avêtin qadên sivîlan ên gund.

Derbarê encamên topbaranê, heta niha agahî nehatin bidestxistin.

Beriya wê jî dewleta Tirk a dagirker derdura gundê Aqîbê û daristana gundê soxanekê yê girêdayî navçeye Şêrewa ya kantona Efrîn topbaran kirin.

Di heman demê da gundê dêrqaq yê girêdayî şehba jî rastî topbaranê hat.

Dagirkeran gundên Minbic û Şehba topbaran kirin

Back to top button