Konferansa 1’an a Jinên Iraqê de rewşa jin û tundiya li dijî wê tê nîqaşkirin

Bi sernavê “Jinên Iraqê di navbera tundî û astengiyên siyasî de” konferansek li Silêmaniyê hat lidarxistin û di çend panelan de rewşa jinan hat gotûbêjkirin.

Li Otela Şarî Ciwan ya Silêmaniyê Komeleya Jinên Iraqê ya Şaxa Brîtanya yekemîn konferansa xwe lidar dixe.

Di konferansê de kesên hiqûqnas, parêzvanên mafên jinan û nûnerên hemû pêkhateyên Iraqê tevlî konferansê bûn.

Konferans wê du rojan bidome û li ser rewşa jinên Iraqê tê nîqaşkirin.

Di roja yekemîn de du panel hatin lidarxistin.

Panela yekemîn guftigoyên siyasî yên girêdayî jinê hatin kirin.

Di panela duyemîn de jî bal hat kişandina ser rewşa jinên kedkar di yasa û sendîkayên Iraqê de.

Yek ji komîteya amadekar ya konferansê Dunya Ramiz da xuyakirin armanca konferansê zanakirina jinan û beramberî hevkirina yasayên Herêma Başûrê Kurdistanê li gel yasayên Iraqê ne.

“Heta jin hişyar û azad nebin, mafên wan garantî nabin”

Sekretara Komeleya Jinên Başûrê Kurdistan Xedîce Mihemed jî da zanîn ku heta jin hişyar û azad nebin, mafên wan nekevin bin garantiyê.

Herî dawî Xedîce Mihemed teqez kir ku bi yekîtiya jinan û hevgirtina wan wê karibin rê li pêşiya tundî û zilmê bigrin û azadiya xwe bidstbixin.

Back to top button