KCDP’ê: Meha Nîsanê li Tirkiyê 32 jin hatin kuştin, 18 jin bi guman jiyana xwe ji dest dan

Platforma em ê kuştina jinan rawestînin (KCDP) di rapora xwe ya meha Nîsanê eşkere kir ku 32 jin hatin kuştin, 18 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.

Bûyerên kuştina jinan ne tenê li Başûrê Kurdistanê, li Tirkyê û Bakurê Kurdistanê jî meh bi meh zêde dibe.

Zêdebûna van sûcan encama bê ceza hiştine sûcdsra ne.

Li gorî agahiyên rapora Platforma KCDP’ê hat diyarkirin ku di meha Nîsanê de ji 32 jinên hatin kuştin 19 jê ji aliyê mêrên pê re zewicî bûn, 5 ji aliyê mêrê pê re bûn.

5 ji aliyê xizmên xwe, 2 ji aliyê bav û birayê xwe, yek ji aliyê kurê xwe ve jî hatin kuştin.

Ji van jinan 18 jin bi guman hatine kuştin.

Back to top button