Çîn xwe ji bo şerekî mezin amade dike

Rêveberiya Pekînê ji bêîstiqrariya ewlehî û nediyariyên heyî bifikare.
Serokê Çînê Xi Jinping diyar kir ku welat di warê ewlehiyê de bi zehmetiyan re rûbirû ye û got:
“Divê artêş hêza xwe ya şer zêde bike û ji şer re amade be.”
Piştî vê yekê pirsên gelo Çîn xwe ji şerekî mezin re amade dike? derketin.

Serokê Çînê Xi Jinping serdana navenda operasyona hevpar a Komîsyona Leşkerî ya Navendî (MAK) ku navenda fermandariya Artêşa Rizgariya Gel a Çînê (PRC) ye kir.

Ji serokê Çînê Xi Jinping peyama ‘xwe ji şer re amade bikin’

Li gorî nûçeya televîzyona dewletê CCTV, Xi bal kişand ser wê yekê ku artêşa Çînê di serdema nû de bi karekî dijwar û giran re rû bi rû ye û wiha got:

“Divê hemû hêzên çekdar li ser hêza şer weke pîvana yekane û herî bingehîn bisekinin.

Hemû karên xwe li gorî armancê bicih bîne.

Ji bo karibe xwe ji şer re amade bike û bigihîje hêza serketinê.”

Xi bal kişand ku “di nav sed salan de cîhan guherînek bilez derbas kiriye” û ev tişt anî ziman:

“Artêşa Çînê divê bi biryarî serweriya neteweyî, ewlekarî û berjewendiyên geşepêdanê biparêze û erkên ku partî û gel diyar kirine bi cih bîne.”

Xi yê ku di serdanê de cilên leşkerî li xwe kirî, bi domdarî ev tişt anî ziman:

Ji bo em bidest bixin û bigihêjin asta herî jor ya leşkerî, tişta ji destê me tê divê em bikin.

2027’an ku wê 100 saliya artêşa rizgariya gel a Çînê be, rêveberiya Pekînê xistiye tevgerê.

Piştî Kongreya Neteweyî ya Partiya Komunîst a Çînê (CCP) ya 20. ev serdana yekemîn a Xi ji bo navendên leşkerî ye.

Di kongreyê de Xi cara sêyemîn wekî Sekreterê Giştî yê CCP û Serokê Komîsyona Leşkerî ya Navendî hate hilbijartin.

Xi di axaftina xwe ya li Kongreyê de armanca xwe ya “serketina di hemû şerên herêmî” de anî ziman û destnîşan kir ku divê perwerde û amadekariya artêşê ya ji bo şer û hêza wê ya serketinê bê zêdekirin.

Back to top button