Li Îranê di nava salekê de nêzî 21 hezar kes ji ber qirêjiya hewayê mirin

Qirêjiya hewayê li Îranê yek ji pirsgirêkên sereke ye.
Ji ver vê yekê salane bi hezaran kes dimirin.
Herî dawî Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku ji ber qirêjiya avhewayê nêzî 21 hezar kes mirin e.
Ji van bêtirî 6 mîlyonî tenê ji paytext Tehranê ne.

Li Îranê qirêjiya hewayê ya ku her sal di mehên zivistanê de pêk tê ji bo gel metirsiyeke mezin çêdike.

Serokê Beşa Tenduristiya Hewayê û Guhertina Avhewayê ya Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Ebbas Şahsûnî diyar kir ku li gorî lêkolînên li 27 bajarên Îranê encamên girtine parve kir.

Şahsûnî got,

“Di lêkolînên li 27 bajarên ku nifûsa wan nêzî 35 milyon e, di sala dawîn da 20 hezar û 800 kesî ji ber qirêjiya hewayê jiyana xwe ji dest dan.

Ji van tenê 6 hezar û 400 kes ji paytext Tehranê ne.”

Şahsûnî bal kişand ser rola kalîteya sotemeniyê ya li ser qirêjiya hewayê û nebûna tedbîrên pêwîst di vî warî de û ev tişt anî ziman:

“Ji bo kêmkirina qirêjiya hewayê ya ku ji ber otomobîl û motorsîkletên ku sotemeniya ne kalîte bikar tînin.

Ji bo kêmkirina qirêjiya hewayê ti hewleke erênî nehatiye dayîn.”

Şahsunî: 2021’an li welat 41700 kes miribûn

Par ji ber qirêjiya hewayê 41 hezar û 700 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku tenê li paytext Tehranê 3 hezar û 751 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Li cîhanê di warê qirêjiya hewayê de tehran di rêza 12. de ye

Paytexta Îran Tehran di warê qirêjiya hewayê de li seranserê cîhanê di rêza 12’emîn de ye.

Sedema vê yekê jî bikaranîna sotemeniya nebaş ya di wesayît û kargehan de tê destnîşankirin.

Li Îranê her sal bi hatina demsala zivistanê re, mirinên ji ber qirêjiya hewayê pêk tên.

Rêveberiya welat ji bo welat ber bi ajotina bisikletan ve bibe, propagandaya wê dike.

Back to top button