Şêniyên Helebê sersaxî da malbata şehîd Ehmed Efrîn

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê sersaxî da malbata şehîdê Ehmed Efrîn û gotin: “Şehîdan rêya azadiyê bi fedakariya xwe xêz kir.”

Şervanê Yekîneyên Antî Teror (YAT) Ehemed Efrîn îlona borî di bersivdayîna êrişên çeteyên hikumeta Şamê de li gundewarê Dêrazorê birîndar bûbû û di 25’ê Mijdara de li Hesekê şehîd bû.

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê berê xwe da konê taziyeyê yê şehîd Ehmed Efrîn.

Di bin konê sersaxiyê de rêvebera Meclisa Rûbar Qamişlo Şêrîn Henan qala fedakariya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadî û demokrasiyê da û got:

“Şehîdan rêya azadiyê bi fedakariya xwe xêz kir û em ê rêya wan bişopînin.”

Back to top button