Li Helebê cenazeyê şehîd Ehmed Efrîn hate oxirkirin

Xelkê Helebê bi merasîmekî cenazeyê şehîd Ehmed Efrîn oxir kirin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê jî ji bo şehîd Feryat Buldan konê sersaxiyê vedan.

Şervanê YAT’ê şehîd Ehmed Efrîn di êrîşên hikumeta Şamê yên li ser gundewarên Dêrazorê de bi giranî birîndar bû.

Tevî hemû hewildanan jî Ehmed şehîd bû.

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ji bo oxirkirina cangoriyê xwe berê xwe dan goristana Şehîdan.

Welatiyan piştî wergirtina cenazeyê şehîd Ehmed ber bi goristana şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê li ser navê Rêveberiya Hevbeş a Şehba û Kantona Efrînê Ferhan Kobanî sersaxî ji mabatê hemû şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Li ser navê malbata şehîd Ehmed Efrîn jî bavê şehîd Hisên Silêman axivî û got:

“Em bi şehadeta kurê xwe serbilidin û şehadeta kurê xwe li we hemiyan pîroz dikin”

Paşê wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Li Qamişlo ji bo şehîd Feryat Buldan konê sersaxiyê hat vedan

Li aliyekî din jî Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo yê malbata şehîd Feryat Buldan bi tenê nehiştin û sersaxî ji wan re xwestin.

Şehîd Feryat 24’ê Mijdarê di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a qirker ya li dijî Minbicê de, şehîd bûbû.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Mihyedîn Hesen axivî û banga hevgirtin û bilindkirina têkoşînê kir.

Li ser navê malbata şehîd Feryat, rojnameger Sozda Oremar axivî û wiha got:

Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo şoreşa gel hate lidarxistin.

Xelkê me yê Rojava dê ji bo şehîdên xwe wefadar be, têkoşîna xwe bilind bike û ajanan hesab bike.

Piştî axaftin, wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbat û hevalên wî hate kirin.

Back to top button