Hiqûqnas û rûspiyê êleke Reqayê Hisên El Mele û êla El Welde ya Reqayê Yusif El Esed gotin:
“Tirkiye dixwaze dagirkeriya xwe firehtir bike.”
Endamê Yekitiya Parêzeran a Reqayê parêzer Hisên El Mele got:
“Tirkiye parastina ewlehiya xwe ya neteweyî dike hicet.
Ji ber ku dewleteke dagirker e û dixwaze qada dagirkirina xwe firehtir bike.”
Rûspiyê êla El Welde ya Reqayê Yusif El Esed jî dibêje:
“Êrişên dewleta Tirk bi awayekî ne rewa hîna li dijî herêmê berdewam in.
Her roj êrişên dewleta Tirk derexlaqî xwe dide der.
Civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan tu helwest nîşan nadin.”
El Esed bang li tevahî azadîxwazan li Sûriyeyê kir ku hevgirtî bin.
Dagirkeriyê û alîgirên wê biqewtînin û projeya jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de, pêk bînin.