Li Girê Spî ya dagirkirî şîrketa kehrebê ya Tirkî nirxê kehrebê bilind kir

Li Girê Spî ya dagirkirî şîrketeke dewleta Tirk a dagirker nirxê her woltajeke kehrebe li kantonê kir 4 lîreyên Tirkî.

Di çarçoveya astengkirina jiyana şêniyên herêmên dagirkirî de, şîrketa kehrebeyê ya dewleta Tirk nirxê kehrebeyê bilind kir .

Li gorî çavkaniyên li herêmê ji ANHA re diyar kirin ku , her 26 woltaj bû 100 lîreyên tirkî, bi wê re nirxê her woltajekî bi 85, 3 lîreyên tirkî ye. Şênî li hember vê yekê bi hêrs in.

Şîrketa kehrebeyê ya dewleta Tirk a dagirker bi qaşo “Meclisa Xwecih a Girê Spî” ya girêdayî wê re destpêka 2021’an lihevkirinek pêk anî, tê de hat diyarkirin ku ji bo kantona dagirkirî 128 woltaj kehrebe bi nirxê 100 lîreyên Tirkî werin dayîn, lê piştre di Hezîrana par de ew rêje ji bo 35 woltaj bi 100 lîreyên Tirkî kêm kir.

Her wiha, tê zanîn ku dewleta Tirk a dagirker dan û standina bi pereyên Tirkî li wan ferz kiriye.

Back to top button