Welatiyên Minbicê: Ji bo azadiya fîzîkî ya rêber apo, em ê li ber xwe bidin

Ne tenê ji bo bidawîbûna tecrîdê, lê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînek domdar heye.
Welatiyên li Minbicê ji bo wergirtina agahiyek zelal derbarê tenduristiya Rêber Apo de, bang li CPT’ê kir ku bi erka xwe rabin.
Û gotin: “Heya Rêber Apo fîzîkî azad nebe, emê têbikoşin”.

Li kêleka ku tecrîdeke girankirî li dijî Rêber Apo heye, qedexeya hevdîtinê jî didome.

Nêzî 2 sal in hevdîtin ji aliyê parêzeran ve bi Rêber Apo re nehatiye kirin.

Desthilatên Tirkiyê ti agahiyên derbarê rewş û tenduristiya Rêber Apo eşkere nakin.

CPT’ê jî ya qaşo ku dibêje çûye Îmraliyê û hevdîtin kiriye, heya niha ti agahiyên zelal parve nekiriye.

Vê rewşê gumaneke mezin bi gel re çêkiriye û her kes meraqa agahiyeke zelal dike.

Derbarê vê mijarê, Gelên li Minbicê jî helwest nîşan dan û gotin;

“Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê li ber xwe bidin. ”

Welatiyê ji pêkhateya Ereb ê bi navê Hisên Begarî bertek nîşanî van kirinan da û got;

“Armanca Rêber Ocalan rizgarkirina hemû gelên bindest e.

Bi girtina Rêber Apo nekarîn fikrê wî dîl bigrin, ji ber ev felsefe di nava hemû gelên azadîxwaz ên cîhanê de belav bûye.

Azadiya Rêber Apo azadiya me ye, ji ber vê heya fîzîkî azad nebe, emê li ber xwe bidin, çalakiyên xwe bidomînin.”

Begarî di dawiyê de bang li CPT kir ku yekser rewşa tenduristî ya rêber Ocalan eşkere bike.

Welatiya bi navê Şemse Berkel jî da zanîn ku Rêber Apo ji bo azadiya jinê kedeke mezin daye û emê jî xwedî lê derkevin û ev tişt anî ziman:

“Bi saya fikirê rêber Ocalan me destkeftiyên mezin bi dest xistin.

Ji erka me ye jî em dakevin kolanan, deng û têkoşîna xwe bilind bikin.

Şemse Berkel bang tevahî rêxistinên hiqûqî û mirovî yekser rewşa rêber Ocalan eşkere bikin û tecrîdê bi dawî bikin.

Herî dawî welatiya ji pêkhateya Çeçen a li Minbicê Naciye Hec Mihemed axivî û ev peyam da:

“Bi saya fikrê Rêber Ocalan jinê riya xwe ya azadiyê nas kir.

Banga me ji rêxistinên hiqûqî ew e tecrîda li dijî Rêber Apo bi dawî bikin û hevdîtin pêk werin.

Divê CPT′ê jî bi erka xwe rabe û agahiyên rast derbarê Rêber Apo de parve bike. “

Back to top button