HPG: Qadên gêrîla 27 caran hate bombekirin, dagirkerek hate cezakirin

HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker careke din çeperên berxwedanê bombe kir û Gêrîlayan jî dagirkerek ceza kirin. Li aliyê din HPG’ê Şehîd Kawa Çekdar ku di Berxwedana Xwerêveberiyê ya Nisêbînê de şehîd bibû bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Malbata hevrêyê me Kawa Çekdar piştî têkoşîneke demdirêj cenazeyê şehîdê me wergirt û gihand warê lê ji dayik bû.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê êrişên artêşa Tirk a dagirker de daxuyaniyek nivîskî parvekir.

HPG’ê ragihand ku dagirkeran bi giranî êrişî herêma Zapê kirin û ev agahî parve kir:

“Di 4’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êrişî Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kir.

Hêzên me yên YJA Starê jî di çarçeveya xweparastinê de li dagirkeran dane.

Di heman rojê de dagirkeran hewl dan çepera me ya berxwedanê ya li Sîdayê hilweşîne.

Li wir jî hêzên me li dagirkeran dan û yek hate kuştin.”

HPG’ê ragihand qadên berxwedanê yên gêrîla 6 caran bi balafirên şer û 21 caran jî bi obus, tank û çekên giran hatine bombekirin.

HPG’ê şehîd Kawa Çekdar bi rêzdarî bi bîr anî

Li aliyê din HPG’ê bi daxuyaniyeke cuda gerîlayek şehîd bi rêzdarî bibîr anî.

HPG’ê ragihand ku malbata Kawa Çekdar piştî têkoşîneke demdirêj cenazeyê şehîdê wergirt û wiha got:

HPG: Piştî wergirtina cenazeyê şehîd, ew gihandin warê lê ji dayik bû

“Piştî wergirtina cenazeyê Şehîdê me ew gihand warê lê ji dayik bû.

Bi vê wesîleyê em fermandarê leheng hevrê Kawa Çekdar bi rêz û minet bi bîr tînin ku di Gulana 2016’an de di Berxwedana Xwerêveberiyê ya Nisêbînê de şehîd bû.

Sersaxiyê ji malbata wî ya hêja, xelkê me yê Rihayê û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”

HPG’ê şehîd Kawa Çekdar bi rêzdarî bi bîr anî

Agahiyên berfireh li ser nasnameya şehîd Kawa Çekdar bi vî rengî ne: Vakkas Tûmen, bi nasnav Kawa Çekdar, cihê ji dayikbûnê Riha, di Gulana 2016’an de li Mêrdîn Şehîd bû ye.

Nasnav: Kawa Çekdar
Nav paşnav: Vakkas Tûmen
Cihê jidayikbûnê: Riha
Dayik: Dûrsûn
Bav: Alî
Dem û cihê şehadetê: Gulana 2016 / Mêrdîn

Back to top button