DFG: Bi hilbijartinên 14’ê Gulanê zext hatine zêdekirin

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya meha nîsanê eşkere kir. DFGê da zanîn ku di meha nîsanê de 27 rojnameger hatin binçavkirin û ji wan 5 jê hatin girtin Ji bo 88 nûçeyan jî biryara astengkirinê hate dayîn.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) “Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegeran ên Meha Nîsanê” parve kir.

Di raporê de hat gotin ku di demekî ber bi hilbijartinên 14’ê Gulanê de; ji çapemeniyê heta parastinê, ji hunerê heta siyasetê di gelek qadan de zext hatine zêdekirin.

Her wiha hat gotin ku welêt ji hêla azadiya fikr û xwedîfadekirinê de, di mijara mafên agahîgirtin û azadiya çapemeniyê de mîna çolekê bûye.

Rapora DFG’ê ya binpêkirinên meha nîsanê wiha ye:

Ne tenê di raporên me de, di gelek raporên saziyên pîşeya çapemeniyê yên navneteweyî de jî meseleya azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyê mixabin gihaştiye asta navneteweyî û her ku diçe kêm dibe.

Rêya paşketina van astengiyana ew e ku binçavkirin, girtin, tundî û sansur bi dawî bibin û ji bo muxalefeta civakî qad bên vekirin.

Em dixwazin qarneyê çapemeniyê yê vî welatî bi azadî û heqên bi nirx bipîvin ne bi daneyên hejmarî

DFG’ê diyar kir wan meha nîsanê jî weke meha din bi zext û zordestiyan derbas kir û got:

“Ne tenê rojnamegerên li derve yên di girtîgehan de jî li dijî zextan mecbûr dimînin li berxwe bidin.”

DFG: Em ê mafên parastina azadiya ramanê biparêzin

Di dewamê de DFG daxuyakirin ku bi girtin û binçavkirina rojnamegeran, wê nikaribin xebatên wan asteng bikin û ev peyam da:

Şert çi dibin bila bibin em ê mafên parastina azadiya ramanê, mafê girtina nûçeyan a civakê biparêzin.

Em ê li paş nesekinin.”

Hin Hûrgiliyên rapora meha nîsanê ya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê DFG wiha ne;

DFG: Di nîsanê de 27 rojnameger hatin binçavkirin, 5 hatin girtin

Rojnamegerên bi êrişî rû bi rû man: 4

Rojnamegerên bi ser malên wan de hatin girtin: 13

Rojnamegerên hatin binçavkirin: 27

Rojnamegerên hatin girtin: 5

Rojnamegerên darizandina wan didomin: Hejmara dosyayan 27, jejmara kesan 34

Hejmara Rojnamegerên Girtî (ji 1’ê gulana 2023’yan heta niha): 86

Rojnamevanên ku girtina hevpîşeyên xwe protesto kirin hatin binçavkirin

Back to top button