Li Girê Spî bombeyek bi erebeya çeteyan de teqiya.
Di encamê de 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Çavkaniyên xwecih ji kantona Girê Spî ragihandin ku bombeyek bi erebeya çeteyên Ehrar El Şerqiyê de teqiya.
Di encamê de 3 çeteyên Ehrar El Şerqiye hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Heman Çavkaniyan dan zanîn ku kuştî û birîndar li nexweşxaneya Girê Spî ne.
Hêjayî bibîrxistinê ye ji destpêka vê mehê ve, ev êrişa duyemîn e.
Beriya wê bendeke kontrolê ya hevbeş a çeteyên Ehrar El Şerqiye û dewleta Tirk hatibû hedefgirtin.
Di encamê de 2 çeteyên Ehrar El Şerqiye hatibûn kuştin.