QSD’ê nasnameyên 3 şehîdan eşkere kir

QSD’ê nasnameyên 3 şervanan ku li Dêrazorê di bersivdayîna êrişên çeteyên hikumeta Şamê de şehîd bûne eşkere kir.
QSD’ê diyar kir ku şehîdan li hemberî tevahî êrişên li ser herêmê kedeke mezin nîşan dan.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şervanên ku şehîd bûne eşkere kir.

QSD’ê têkîldarî şehadeta şervanan ev agahî parve kir:

“Îlona borî, di êrişên çeteyên rejîma Sûriyeyê yên li ser gundewarê Dêrazorê de 3 şervanên me birîndar bûbûn.

Şervanên birîndar ji bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Piştî demen tedawiya bi nêzî 3 mehan dewam kir, şervanên me Ehmed, Mervan û Milîtan ji ber birîna wan a giran şehîd bûn.”

QSD’ê diyar kir ku her sê şervanên wan berxwedaneke mezin li hemberî çeteyên rejîmê nîşan da û her tim li refên pêşîn bûn.

Di dewamiya daxuyaniyê de QSD’ê wiha qala têkoşeriya şehîdan kir.

“Her sê şervanên me mîna ku şerê li dijî rêxistina DAIŞ kirine, di tevahî şeran de nimuniyeke fedakariyê nîşan da.

Hevreyê me Ehmed Efrîn di destpêkê de tevlî refên hêzên me bû û beşdarî Berxwedana Serdemê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker bû.

Hevreyê me Mervan Kobanê jî tevî ku nû tev li refên hêzên me bibû, bi têkoşîna xwe fedakariyeke mezin kir.

Hevrê Milîtan Kobanê jî bi tevahî enerjiya xwe kar kir û erkê xwe bi cih anî.”

Di dawiya daxuyaniyê de QSD’ê ji malbatên her sê şehîdan re sersaxî xwest û diyar kir ku ew ê bi bawerî û israra têkoşînê bidomînin.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên her sê şehîdan wiha ne:

Nasnav: Ehmed Efrîn
Nav û paşnav: Ehmed Silêman
Navê dayikê: Nadira
Navê bav: Hisên
Cih û dîroka jidayikbûnê: Heleb/1986
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê-25′ê Mijdara 2023′an

 

Nasnav: Mervan Kobanê
Nav û paşnav: Mehmûd El Oso
Navê dayikê: Meqûla
Navê bav: Elî
Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê/ 2005
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê/ 23′ê Mijdara 2023

Nasnav: Milîtan Kobanê
Nav û paşnav: Hecî Xelîl
Navê dayikê: Zerga
Navê bav: Mehmûd
Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê/2003
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê/23′ê Mijdara 2023.

Back to top button