Di nexweşxaniyekê de atrêşa Tirk jinek ducanî revand

Hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrîna dagirkarî dewam dikin.
Artêşa Tirk a dagirker li nexwaşxaneyeke Tirkiyê jineneke Efrînî ya ducanî revand.

 

Li Efrîna dagirkirî, her roj sûcên dermirovî yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên ku li dijî welatiyan pêk tînin, dewam dikin.

Çavkaniyekî ji Efrînê ji ajansa Hawarê re ragihand ku Artêşa dewleta Tirk ya dagirker jina ducanî ya bi navê Zêneb Mihemed Nasan a ji gundê Hec Hesna jorîn yê navçeya Şiyê revand.

çavkanî destnîşan kir ku dema Zêneb û hevjînê wê yê nexwaş diçin nexweşxaneyeke li bajarê Istenbolê yê Tirkiyê jina ducanî ji nexweşxaniyê tê revandin.

Di 2`yê Tîrmeha 2018`an de çeteyan bavê Zêneb yê bi navê Mihemed Îbiş (55) bi êşkenceyên giran kuştibûn.

Çeteyan li Efrîn û navçeyeyên wê du ciwanên Kurd revandin

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê jî, ragihand ku çeteyan ciwanê bi navê Ebdil Rehman Nihman (35) yê ji gundê Bûzîkê yê Cindirêsê, revand.

Li taxa Eşrefiyê ya Efrînê jî, çeteyan Ciwanê bi navê Rêzan Remzî Bîlal (34) yê ji gundê Dîkî yê revand.

Back to top button