Ewûstûrya: Dewleta Tirk li pişt êrîşên li Viyanayê ne

Li dijî rastiya faşîzma AKP-MHP’ê li derveyî welat jî bertek zêde dibin.

Ji ber kiryarên faşîzane, Wezîrê Navxweyî yê Ewûstûryayê Karl Nehammer li ser êrîşên faşîstên Tirk ên li Viyanayê diyar kir ku li pişt êrîşan dewleta Tirkiye heye.

Nehammer anî ziman ku wê di rojên pêş de, hurgiliyên bûyerê jî eşkere bikin.

 

Komên faşîst ên Tirk ku desthilatdariya AKP û MHP’ê piştgiriya wan dike, hefteya borî li Viyaneyê êrîşî Kurdan û mûxalifên rejîma Erdogan kiribûn.

Ji ber vê êrîşê di navbera rêveberiya Viyana û Enqereyê alozî çêbû, her du welatan konsolosxaneyên welatê dîtir vexwendibûn wezareta karê derve.

 

Wezîrê Navxweyî Karl Nehammer (karli Hamrî) diyar kir ku dewleta Tirk ferman daye faşîstên Tirk.

Nehammer diyar kir ku dema ev bûyer pêk hatiye, kameramenekî profesyonel ev kêlî qeyd kiriye û got,

Em ê hurgiliyên bûyerê di demeke nêz de eşkere bikin.

Nehammer diyar kir ku ev komeleyên nijadperest ên Tirkan ên ku êrîşî Kurd û komên muxalif ên Tirkiyê kiriye, têkiliya wan bi desthilatdariya AKP û MHP’ê re heye.

Piştî vê êrîşa faşîstan a li Viyanayê, Serokwezîr Sebastîan Kûrz jî desthilatdariya AKP û MHP’ê sûcdar kir û got,

Tirkiye dixwaze aramiya li welatê me xera bike.

Divê Tirkiye îşê xwe ji kesên li Ewûstûryayê neyne.

Back to top button