Li Tirbespiyê ciwanan ji bo piştgiriya gerîla meşek li dar xistin

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan bi armanca destekdayîna berxwedana gerîla li Tirbespiyê meşk li darxistin. Ciwanan bang li rêxistinên hiqûqî kir ku dawî li êrişên kîmyewî yên dijî Herêmên Parastinê yên Medyayî bînin.

Bi dirûşmeya “Bi berxwedana şehîdan em ê bi ser bikevin” Ciwanan li bajaroka Til Marûf a girêdayî navçeya Tirbespiyê meşek li dar xist.

Meş li pêşiya Meclisa bajarok veguherî mitîngê.

Li wir kesên axivîn êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî çiyayên Kurdistan, Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û gotin: “Wek gelê herêmê em ê li hember êriş û şerê taybet ê li dijî Kurdistanê bisekinin.

Bang li raya giştî û rêxistinên mirovî hat kirin ku li dijî êrişên dewleta Tirk a faşîst û sûcên wê yên dermirovî bisekinin.

Meş bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

Back to top button