Hêzên hikumeta Şamê Cebel El-Zawiye topbaran kir

Li Idlibê şerê di navbera aliyan de didome.Di êrîşa hêzên hikumeta Şamê ya deverên li Cebel EL-Zawiye de, 2 çete hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn. Li başûrê Sûrî jî ji ber agahiyên operasyoneke nêz ya Hêzên Hikûmeta Şamê li Derayê, şênî koçber dibin.

Agirbesta Putin-Erdogan a li Idlibê di roja xwe ya 71’an de ye.

Hem Hêzên Hikûmeta Şamê û hem jî dewleta Tirk û çeteyên wê her roj agirbestê binpê dikin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku Hêzên Hikûmeta Şamê îro careke din deverên Kensefra û EL-Fetîra yên li Cebel EL-Zawiye ya li başûrê Idlibê, topbaran kirin.

Derbarê encamên vê topbaranê de agahî nehatin zanîn.

Li Idlibê 2 çeteyên Feyleq El-Şam hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn

Dîsa Hêzên Hikûmeta Şamê, eniya EL-Bara ya Cebel EL-Zawiye jî topbaran kir.

Di encamê de 2 çeteyên Feyleq EL-Şam ku birayên hev in hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Her wiha Hêzên Hikûmeta Şamê, şevê din bi çekên giran êrîşî deverên li derdora gundê Riwêha yê bakurê Meeret EL-Nûman kirin.

Lê encamên van êrîşan jî nehatin zanîn.

Çavdêriya Sûrî: Hikûmeta Şamê hêzên xwe li dera kom dike

Li Parêzgeha Dera ya li başûrê Sûrî jî aloziya heyî dewam dike.

Di wextekî de ku Hêzên Hikûmeta Şamê hêzên xwe li parêzgehê kom dike û amadekariyên operasyonekê dike, xwepêşandanên şêniyên herêmê yên li dijî vê yekê jî didomin.

Çavdêriyê ragihand ku ji ber metirsiya derbarê agahiyên operasyoneke nêz ya Hêzên Hikûmeta Şamê li herêmê, xelk bi qeflan ji gundên Mizêrîb û Tefes, koçber dibin.

Çavdêriyê da zanîn ku Hikûmeta Şamê, hêzek mezin şandiye navçeya Ibtei ya li bakurê Derayê.

Her wiha karwanekî ku ji çekên giran pêk tê, gihaşt pira Xirbit Xezala.

Karwanekî din ê bi hevkariya hêzên Rûsî jî gihaşt herêma Panorama ya Dera EL-Meheta .

Back to top button