Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bal kişand li ser qetlîama ku dewleta Tirk li Qamişloyê kiriye û bang kir ku divê qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji balefiran re were girtin.
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi daxwiyaniyekê êrişa dewleta Tirk a li dijî malbata Gulo li Qamişlo hate kirin şermezar kir.
MSD ‘ê ev karê terorîst ê ku li dijî sivîlên Qamişlo pêk hat şermezar kir û da zanîn ku Em binpêkirinên li ser xaka Sûriyeyê, hedefgirtina fermandarên Kurd û leşkerî ku destek didan şerê li dijî rêxistina DAIŞ’ê bi tundî şermezar dikin .
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk dawiyê bang li civaka navneteweyî kir ku qedexeya firîna balafiran li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ferz bike û got :
”Divê helwestên navneteweyî li hember sûc û binpêkirina peymanan were nîşandan”