Şêniyên Amûdê li dijî êrişan li qadan bûn

Li herêma Cizîr, Firat û Şehbayê jî ji bo şermezarkirin êrişa li dijî Qamişlo çalakiyên cur be cur hatin lidarxistin.

Şêniyan di çalakiyan de êrişa dewleta Tirk şermezar kirin û diyar kirin ku armanca dewleta Tirk qirkirina Kurdan e.

Xelkê herêmê li dijî êrişa dewleta Tirk a qirker ya li dijî erebeya welatiyan li Qamişlo bi hêrs in.

Şêniyên navçeya Amûdê ji bo şermezarkirin êrişê, herikîn nava kolanan û meşek li dar xistin.

Meş li ber baregeha Rûsî ya li navçeyê veguherî mitîngê û li ser navê şêniyan daxuyaniyek hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bang li Rûsyaya garantor hat kirin ku bi erka xwe rabe û sînorekî ji êrişan re deyne.

Şêniyên Girkê Legê û Til Hemîs meşiyan

Bi heman armancê şêniyên navçeya Girkê Legê û Til Hemîs jî daketin qadan û êriş şermezar kir.

Li Helebê meşek li dijî êrişan hat lidarxistin

Şêniyên bajarê Helebê jî bi qîrkirina sloganên ‘Berxwedan Jiyan e’ û ‘Bijî berxwedana Qamişlo’ meşiyan.

Li Şehbayê êriş bi çalakiyekê hat şermezarkirin

Her wiha Meclisa Kantona Efrînê li Şehbayê bi daxuyaniyekê sersaxî ji malbata şehîdan re xwest.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrişan qirkirin e.

”Li hember êrişan li kêleka QSD’ê bisekinin”

Meclisa Girê Spî jî civaka navneteweyî berpirsê sûcên dewleta Tirk ên li dijî welatiyên herêmê bi nav kir û bang li gelên herêmê kir ku li hember êrişên dewleta Tirk li kêleka QSD’ê bisekinin.

Back to top button