QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand çete li eniyên şer ên Serê Kaniyê û Girê Spî bi rêya tevgerên xwe yên leşkerî di nav hewildanên sorkirinê de ne û êrişan li dijî sivîlan pêk tîne.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê li ser rewşa dawî ev agahî dan:
“Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundewarên Girê Spî û Serê Kaniyê di nav hewildanên sorkirina şervanê me de ne.
Dagirker ji bo şervanên me sor bikin liv û tevgera erebeyên leşkerî li gundewarên rojavayê Girê Spî û gundê Ebû Sira yê gundewarê rojavayê Eyn Îsayê zêde kirine.”
QSD’ê eşkere kir artêşa dagirker li dijî sivilên gundê Şergirakê êrişên sekvanî pêk tîne û nahêle biçin nav erdên xwe û qûtên xwe yên rojane peyda bikin.
QSD’ê teqez kir ku şervanên wan xwe ragirtine û li gorî peymana agirbestê tev digerin.



