Rûspiyên herêmê jî bi gel re bûne yek û li dijî van êrîşan yek peyamê didin, ew jî berxwedan e. Rûspiyên Sirînê dibêjin em ê heta dawî axa xwe ji êrîş û dagirkirinê biparêzin. Rûspiyên Dêra Zorê jî ji ber bikaranîna çekên kîmyewî daxwaza cezakirina Erdogan dikin.
Dibêjin ew ê heta dawî li ber xwe bidin û rê nedin tu kesî ku axa wan dagir bike..
Rûspiyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, li dijî gef û êrşên dewleta Tirk bêdeng neman û li ser biryara xweparastin û berxwedanê tekez dikin.
Rûspiyên Herêma Sirîn a Kobanê jî vê gotinê piştrast dikin û dibêjin li dijî êrîşan heta dawî ew ê li ber xwe bidin.
Rûspiyê êla El-Imêrat Xalid El-Ebdullah yek ji wan e.
Em hemû pêkhate û eşîr, parastina maf û welatê xwe dikin.
Êrîş û dagirkeriya Osmanî ya Tirkiyê red û şermezar dikin.
Dewleta Tirk e, êrîşî axa me dike û em ê jî parastina ax û rûmeta xwe bikin.
Em dibêjin gerek dewletên mezin ên berpirsyar tevbigerin û bêdeng nemînin.
Her yek ji me sînorekî wî heye. Û dema ku em parastinê dikin, em ne ya herêmekê tenê ya hemû Sûriyê dikin.
Rûspiyê êla El-Ewn Memdûh El-Hefnî jî yekbûna êlên ereb û kurd û hemû pêkhateyên herêmê piştrast kir û tekez kir ew bi ti awayî dagirkeriya Tirk qebûl nakin.
Em, gelê tevahî Sûriyê, Ereb, Kurd, Asûr, Suryan û Tirkmen hemû xwişk û bira ne. Tu cudahî navbera me de tune.
Em hemû gefên li dijî welatê xwe red dikin. Ji kîjan alî be bila bibe . Ên ku welatê me xerab dikin
Em êrîş û dagirkeran red dikin
Em hemû eşîr gerek destek bin û li dijî her dijminê ku welatê me xerab bike bisekirnin. Ji kîjan dewletê bin em wan êrîşan red dikin.
Rûspiyên Dêra Zorê: Divê hesab ji Erdogan were xwestin
Rûspiyên êlên Dêra Zorê jî li dijî sûcên dewleta Tirk, bikaranîna çekên kîmyawî jî di nav de, derketin.
Rûspiyê êla El-Dixêvc ê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê Ebdurehman El-Dixêvc anî ziman “Dewleta Tirk çekên kîmyawî di şerê xwe de bi kar tîne.”
Ev hemû êrîş nayên qebûlkirin. Û hemû jî ji aliyê navnetewyî ve qedexekirî ne.
Gerek cîhan bi daxuyanî û sepandina cezayan li ser Tirkiyê û kirinên wê yên qirêj li dijî mirovahiyê rabe.
QSD zarokên me ne û yên vê axê ne.
Em ê bi yek helwestê van hemû destwerdanên derve red bikin.
Rûspiyê Êla El-Şiêtat a gundewarê rojhilatê Dêrazorê Sabit El-Îd jî dibêje “Kî dibe bila bibe em ti carî dagirkeriyê qebûl nakin.”
Em xelkê herêmê em ê bi hemû hêz û zarok û ciwanên xwe em ê paratina herêmên xwe bikin.



