Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê eşkere kir ku dewleta Tirk di destpêka meha mijdarê de zêdetirî 50 kes revandine û li kêleka gûheritina demografiya, heşîş di nava zeviyên şêniyên Efrînê yên koçber de diçîne.
Dewleta Tirk a dagirke li kêleka kuştin, revandin, talan, dizî, koçberkirinê vê carê li Efrîna dagirkirî heşîş diçîne û karkegehên hişbiran vekiriye.
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo têkildarî mijarê ji ajansa hawarê re axivî.
Îbrahîm Şêxo wiha behsa sûcên dewleta Tirk a dagirker kir:
MÎT’a tirk li Efrîna dagirkirî ji destpêka Mijdarê 3 kalemêr, 6 jê jin bi giştî 50 welatî revandin.
Îşkence li 3 sivîlan hatiye kirin. Malûmilkên sivîlek hatiye desteserkirin.
Berhemên zeytûnê yên 5 welatiyan hatine dizîn. Zêdetirî 145 darên zeytûnê yên mezin û berhemdar hatin qutkirin û 14 hezar teneke zêt li gundên Efrîna dagirkirî wek baç hatine ferzkirin.
Her wiha Şêxo diyar kir ku çete piştî ku bi ser malan de digirin, sivîlan direvînin û dibin cihekî ne diyar. Armanca sereke jî girtina fîdyeyan û sivîlan neçarî koçberiyê bikin.
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo piştrast kir ku hejmara kargehên madeyên hişbirê zêde dibin.
Ev made ji herêmên din ên Sûriyê re tên hinartin û di nava çeteyan de têne belavkirin.
Her wiha eşkere kir ku heşîş di nava zeviyên şêniyên Efrînê yên koçber de tên çandin.
Şêxo got:
Guhertina demografiya herêmê bênavber didome. Dewleta Tirk li gundên êzidiyan mizgeft ava kirin. Bi dehan dibistanên û zanîngehên tirkî hatin vekirin.
Li aliyekî din xebatên avakirina avahiyên mêtîngeriyê li Efrînê û herêmên din ên dagirkirî berdewam in. Rêxistinên Qeterî û Kiwêtî bi vî karî radibin. Şêxo bi bîr xist heta niha hejmara wan avahiya bûye 22.